Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pakistanê girûpa Zêynebiyûn a ser bi rêjîma Îranê bi terorîst nas kir

11:51 - 13 Nîsan 2024

Milîsên Zêynebiyûn ku ji aliyê rêjîma Îranê ve ji Şîeyên pakistanê hatiye avakirin, tevî kiryarên terorîstî, siyasetên rêjîma Îranê li Sûriyê de cîbicî dike û ji aliyê dewleta Pakistanê bi terorîst hatiye naskirin.

Girûpa Zêynebiyûn a ser bi rêjîma Îranê ji aliyê hikûmeta Pakistanê ve bi terorîst hate naskirin û dewleta Pakistanê ragihandiye ku vê girûpê tevî kiryarên terorîstî li Sûriyê, li Pakistanê de jî dest avêtiye kiryarên terorîstî û kiryarên terorîstî û terorên curbicur li axa Pakistanê de kirine.

Hikûmeta Pakistanê girûpa Zêynebiyûn li dijî ewlehî û aramiya Pakistanê nas kir.

Milîsên Zêybeniyûn ji aliyê spaha pasdaran a terorîst ve li beşa terorîstiya derve ya spaha pasdaran a bi navê spaha quds de hatine rêkxistinkirin û piraniya wan milîsan ji şîeyên Pakistanê ne û hiqûqê heyvane û hemû xerc û hewcehiyên wan ji aliyê rêjîma Îranê ve têne dabînkirin.

Milîsên zêynebiyûn, Fatimiyûn, kazimiyûn û çendîn taqim û girûpên din ku carna navê xwe jî diguherin, ji aliyê rêjîma Îranê ve li welatên Rojhilata Navîn de bi armanca berfirehtirkirina terorîzma navnetewî û herwisa alozkirina Rojhilata Navîn û belavkirina hizrên terorîstî yên rêjîma Îslamiya Îranê hatine rêkxistinkirin.