Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna bi yekcarî ya nirxan li Îranê hawara kesên ser bi rêjîmê jî bilind kiriye

11:54 - 13 Nîsan 2024

Bilindbûna nirxan li Îranê ku roj bi roj bilind dibe ji aliyekê û bilindbûna nirxan bi nişkêve ji aliyê din, bûye sedem ku tevî xelkê Îranê, kesên ser bi rêjîmê jî dengê xwe bilind bikin û nerizayetiya xwe bidin nîşandan.

Pêka rapora “Xeber Anlayn” a ser bi rêjîma Îranê li 23ê Xakelêweyê belav kiriye :“bilindbûna bi nişkêve ya nirxan li bazaran de li wan çend rojên derbasbûyî de ne bi tenê kesên rexnegir ji hikûmetê û herwisa xelk bêzar kiriye, bûye sedema kerb û kîna hejmarek ji piştevanên hikûmetî” jî. 

Li vê raporê de hatiye: “nirxa nan, maşîn, berhemên şîrî, makaronî, rûn, avahî û xaniyan û … hd, bilind bûn, ew nûçeyeke ku her rojê têne bihîstin lê li wan rojan de bilindbûna nirxan bi nişkêve ya Dolar, sike û zêr, hizra xelkê mijûl kiriye û alîgirên herî tund ên hikûmetê jî ji rewşê gazindeyan dikin”.

Pêka amarên rêjîmê, piraniya xelkê Îranê li qata hejar de ne û 1 li ser3 a xelkê Îranê pêka amarên rêjîmê, li jêr hêla hejariya tevav de ne ku bi wateya dabînnebûna hewcehiyên destpêkî yên jiyanê, wek xwarin, avahî, kinc û tendirûstî, perwerde û hînkarî û çendîn mijarên din e.