Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa dolar li Îranê ji 70 hezar Tumenî derbas bûbûye

18:08 - 14 Nîsan 2024

Pîştî êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîl nirxa Dolar li bazarên azad de bi yekcarê bilind bûye û li demjmjimên pêş nîvro de gîhîştie 70 hezar û 200 Tumenî û ew nirxe bi lezgînî kêm û zêde dibe

Pêka dawî raporên aborî li Îranê piştî êrîşa esmaniya rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê û gefa êrîşa Îsraîl bo ser rêjîmê, nirxa dolar li bazara Azad de heta demjimêrên pêş nîvro ya roja Yekşemî 25ê Xakelêweyê, gihîştiye 70 hezar 200 Tumenî û herwisa hatiye ragihandin ku ew nirxe bi lezgînîn kêm û zêde dibe û xuya nîne heta çi astekê ev nirxe dê bilind bibe.

Bi sedema bilindbûna nirxa dolar û dirafên din ên biyanî li hember Tumenê Îranî, nirxa hewcehiyan jî bilindtir dibe û ew yeka jî pirsgirên xelkê Îranê zêdetir dike.