Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Ordonê ragihand ku her dironekê li esmanê xwe de bibîne, dê biteqîne

18:10 - 14 Nîsan 2024

Dewleta Oredomê bi belavkirina daxuyanmiyekê daye zanîn ku her dironek li esmanê Ordonê de bê dîtin, dê ji aliyê Artêşa Ordonê ve dê bibe armanc û dê bê teqandin.

Dewleta Ordonê bi belavkirina daxuyaniyekê bi fermî belav kiriye ku her dironek ku serweriya axa Ordonê binpê bike û bê esmanê Ordonê, dê ji aliyê Ordonê ve bê teqandin û herwisa ragihandiye ku hatina her dironek, binpêkirina serweriya esman û axa Ordonê ye.

Bi wî awayî dironên rêjîma Îranê ku ji Îranê ve bo aliyê Îsraîlê ve hatine avêtin, li esmanê Ordonê dedibin armanc û têne teqanmdin.

Spaha pasdaran a terorîst berî gihîştina dironan bi axa Îsraîl îdia dikir ku çendîn armanc li Îsraîlê de bi dironan teqandine ku li torên civakî de bûye cihê pêkenîna xelkê.

Hejmarek ji diron û mûşekên rêjîma Îranê li esmanê Orodonê de bûne earmanca sîstema berevaniya Esmanî ya Artêşa Ordonê û hatine teqandin.