Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşek ji balyozxaneyên Ewropayê, hejmarek ji karmendên xwe ji Îranê veguhastin

18:12 - 14 Nîsan 2024

Balyozxaneya Alman li bajarê Tehranê malbatên karmendên xwe ji Îranê veguhastin û herwisa dewleta  Holendê balyozxaneya xwe li Îranê bi awayê demkî li roja Yekşemiyê daxist.

Dewleta Alman tevî veguhastina malbatên karmendên balyozxaneya xwe li Îranê, haydarî bi hevwlatiyên xwe daye ku bi lezgînî ji Îranê derkevin û ji serdana Îranê xwe biparêzin û balyozxaneya Alman li bajarê Tehranê de jî ragihandiye ku bi armanca ewlehiya zêdetir a balyozxaneyên li bajarê Tehran û Têlavîvê de ew biryar hatiye dan û renge Îsraîl dilê Îranê bike armanc.

Herwisa welatê Holendê jî biryar da ku roja Yekşemî, balyozxaneya xwe li bajarê Tehranê bi awayê demkî dabixe û ragihandiye ku bi sedema tundtirbûna aloziyan û egera zêdetirbûna wan aloziyan biryarek wiha daye.

Herwisa çendîn dewletên Ewropayê, ên wek Firanse û Otrîşê bi xelkê xwe ragihandine ku ji serdana Îranê xwe biparêzin û yên li Îranê jî bi lezgînî ji Îranê derkevin.