Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê çendîn kombûnên berfgireh ên malnişînkiriyan bi rê ve çon

11:40 - 15 Nîsan 2024

Kombûneke berfireh a mamostayên malnişînkirirî li bajarê Tehranê û herwisa malnişînkiriyên dabînkirina civakî û pîşeya pola li çend bajarên Îranê li roja Yekşemî 26ê Xakelweyê bi rê çon.

Roja Yekşemî 26ê Xakelêweyê, mamostayên malnişînkirî yên sala 1400 a Rojî, ji piraniya bajarên Îranê hatibûne bajarê Tehranê û tevî rewşa ewlehî û rêgiriyên rêjîmê li rûberûyê bînaya Saziya Bername û Bûdce ya rêjîmê li bajarê Tehranê kombûneke berfireh lidar xistin.

Wan malnişînkiriya nerizayetiya xwe li hember hejarî, neşiyan li dabînkirina hewcehiyên jiyanê û bersivnedana bepirsan bi dana dirûşman rû bi berpirsên pêwendîdar dane xuya.

Herwisa malnişînkiriyên pîşeya pola û dabînkirina civakî li bajarên wek: “Şûş, Ehwaz, Erak û Qaimşehr û Îsfehan”ê de kombûnên nerizayetî lidar xistin û dirûşmên wiha dan: “Enflasiyona karesatbar bi ser me hatiye sepandin, heta em mafê xwe nestînin em nasekinin, Reîsisiyê bê wec bizivire hocreya Hozê, wezîrê bikêrnehatî dest ji kar berde, malnişînkirî bo mafê xwe bike hawar, enfalsiyon, bilindbûna nirxan bûye belayê canê xelkê, malnşînkiriyên li Îranê yekîtî yekîtî, xelkê Îranê tevlî me bin û mafê me bi tenê li ser şeqaman dê bi dest bê û çendîn dirûşmên din.