Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê 4 rêkxirav û sendîkayên kedkarî û pîşeyê êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê rexne kirin

11:45 - 15 Nîsan 2024

4 rêkxiravên kedkarî, mamosta û malnişînkiriyan li Îranê bi belavkirina daxuyaniyên cuda rexne li êrîşa dironî û mûşekiya rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê girtin.

Li daxuyaniyên cuda ên Sendîkaya Azad a Kedkarên Îranê, Şêwreya Hewangî ya sendîkaya Mamostayan, Girûpa Yekîtiya Malnişînkiriyan û herwisa sendîkaya malnişînkiriyên Îranê de êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê bi  “şerxwazî, êrîş ji kîsê xelkê Îranê û paşhatên vê bi qurbanîbûna hejaran û destdirêjî bo ser sifreya zarok û reben û jaran” binav kirin.

Li daxuyaniya “Sendîkaya Azad a kedkaran de hatiye ku “li egera berfirehbûna şerxwaziyên Îranê dê cîvakeke 90 milyonê dê bibe erdek şewitî”.

Sêwreya Hewahengî ya Sendîkaya Mamostayan jî li daxuyaniya xwe de dane zanîn: “hekî ew êrîşe bi vê yek rojê jî bi dawî jî bê, li encam de qurbaniyên vê, jin, zarok û reneb û jar in ku destdirêjî bi ser sifreya wan hatiye kirin û ji ser sifreya wan xercê mûşekan tê dabînkirin”.

Girûpa Yekîtiya Malnişîênkiriyan jî li daxuyaniya xwe de ragihandine: “Niha ku xelkê Îranê bi awayek nexwastî berbi şerekî malwêranker ve diçe û dê jiyana xelkê bêpar ên Îranê û deverê rastî kabûseke tevav bike”.

Herwisa Şêwreya Malnişînkiriyên Îranê jî li daxuyaniya xwe de îşare bi vê yekê kiriye ku xercê berhemanîna wan diron û mûşekan ji kîsê xelkê îranê diçe û şer li navbera hêzan li berdewamiya siyaset û qazancxwaziyên wan de ti car bi qazanca xelkê û qata bêpar nebû û nabe û bi tenê laşê me dê bibe mertalê xwedîhêzan û sifreya jiyana me dê bo mana desthilatdaran bê xerckirin.