Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşa Rjîma Îranê bo ser Îsraîl ji bilî xisarê ti qazancek nebûye

12:39 - 15 Nîsan 2024

Hejmarek ji şirovekarên navnetewî, siyasî û cikavî li ser vê bawerê ne ku êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê tevî ku xerceke gelek zêde bo rêjîma Îranê hebû, ti destkevtek jî nebûye.

Şirovekarên curbicur li bersiva pirsyara encama êrîşa dironî û mûşekiya rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê bi yekdengî tekez kirine ku ji şeva 25ê Xakelêweyê ve rêjîma Îranê bi fermî pê avête nava qonaxeke nû ya dijayetî û şer digel Îsraîlê û encama vê tevî ku ti qazancek bo Îranê nebû, bû sedema pêlek rakêşana piştewanî û qahîmbûna pêwendiyên Rojava digel Îsraîlê”.

Demjimêrên şevê yên 25ê Xakelêweyê rêjîma Îranê pêka amarên ku Îsraîlê belav kirine, bi 185 diron, 36 mûşekên kirûz û 110 mûşekên erd bi erd, Îsraîl kire armanc û pêka amarên navnetewî, %99 a wan diron û mûşekan berî gihîştin bi armancan li esman de hatine teqndin û ti xisareke canî an malî negeheştiye Îsraîlê û bi tenê zarokeka Ereb li nêzî balafirxaneyekê de birînbdar bûye û xisarek sivik bi damezraveyeke leşkerî kevtiye.

Xercê ku bi Îranê kevtiye bi milyonan dolar û rûreş bûna bal civaka navnetewî û îzolebûna zêdetir li cîhanê ye û heta vê êrîşe dilê tundajoyên ser bi rêjîmê û berpirsên rêjîmê jî xweş nekiriye û zêdetir ji her tiştek, tirs ji bersivdana Îsraîl bi vê êrîşa rêjîmê, jiyana xelkê Îranê xistiye metirsiyê.