Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatên rojavayî êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê şermezar kirin

12:42 - 15 Nîsan 2024

Welatên Rojavayî li kombûna neyasayî ya Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî de tevî şermezarkirina êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê huşdariya berfirehtirbûna şer dan.

Li kombûna roja Yekşemî 26ê Xakelêwe ya Şêwreya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî de welatên Rojavayî, tevî şermezarkirina êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê huşdariya berfirehtirbûna şer dan û ragihandin ku ewlehiya Rojhilata Navîn kevtiye metirsiyê.

Li vê derheqê de Nûnerê Amerîka li vê şêwrayê de ragihand: “Kiryarên rêjîma Îranê ne bi tenê ewlehiya Îsraîl, belku ewlehiya hemû welatên Rojhilata Navîn xistiye metirsiyê û li ser wan bûye gef”.

Herwisa “Antonio Guterres” ê Sekreterê Giştî yê Saziya Netewên Yekgirtî tevî şermezarkirina vê êrîşa rêjîmê û huşdarîdan li derheq zêdebûna dijayetiyan ên bi sedema êrîşa berfireh a rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê, got: Rojhilata navîn li ser lêwa kendal e û xelkê deverê rastî metirsiyeke micid û şerekî hemûalî û kawilker hatine”.

Nûnerî Îsraîlê jî ragihand ku ve dengê me li derheq gefên rêjîma Îranê nebihîst û ne bi tenê ji aliyê Îranê belku ji aliyê “Yemen, Îraqê, Sûriye û Lubnanê ve êrîş bo ser me hate kirin.

Nûnerê Birîtaniyayîê tevî piştgirî ji Îsraîl êrîşa rêjîma Îranê şermezar kir û ragihand ku rêjîma Îranê dixwaze deverê aloz bike.

Herwisa nûnerên çendîn welataên din ên rojavayî kiryara rêjîma Îranê bi tundî şermezar kirin.