Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê dengê xelkê û ragihandinan li derheq lêkevtên êrîşa bo ser Îsraîl, difetisîne

12:12 - 16 Nîsan 2024

Li berdewamiya tepeseriya xelkê Îranê ji aliyê rîjîmê ve, her kes an ragihandinek li derheq lêkevtên aborî û siyasî yên êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê dîtingehan belav bike, rastî cezakirinê tê.

Li berdewamiya fetisandina dengê azadiya ragihandinan û dengê xelkê Îranê, rêjîma Îranê çendîn ragihandin wek rojnameya “Ê`itimad”, û rojnamevanên wek “Ebas Ebdî” û “Husên Dêhbaşî” yê derhênerê belgefîlman gazî dadgehê kirine û ragihandine ku wan tawan kirine.

Herwisa rojnamevanê rojnameya “Ferarû” jî bo dadgehê hatiye gazîkirin.

Dadgehên rêjîmê bo fetisandina dengê xelkê û herwisa her cure basek ji bilî îdelojîk a rêjîmê, li ragihandinan de belav bibe, bi tawan nas dike û wan kesan bo dadgehên xwe bang dike û tohmetên wek alozkirina hizra giştî bi ser wan de disepîne.

Rêjîma Îranê bi ti awayekê derfeta baskirin ji lêkevtên êrîşa xwe bo ser Îsrîlê yên li warên cuda bi taybet siyasî û aborî, nade û cehda sansorkirin awan dide.