Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafaîl Girûssî: “Min îzin neda ku lêkolerên ajansê serdana navendên navkî bikin”

12:20 - 16 Nîsan 2024

Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetwî ya Wizeya Navkî ragihand ku lêkolerên ajansê agehdar kirine ku xwe ji serdana bo navendên navkî yên rêjîmê biparêzin heta rewş aram dibe.

“Rafaîl Girûssî” Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetwî ya Wizeya Navkî ragihand ku heta em ji rewşa ewlehî alxahîn nebin îzinê nedim ku lêkolerên ajansê serdana navendên navkî bikin û daxwaza xweparastinê ji aliyan dikim”.

Herwisa navbirî got: Lêkolerên me li Îranê li roja pêşde hatibûne agehdarkirin ku tevahiya wan navendên navkî ku me li wir lêkolîn dikir bi sedêmên ewlehî dê bi daxistî bimînin lê bo berdewamiya lêkolînan îro dikarin serdana wan bikin, lê min îzin neda ku vê seredanê bikin û heta rewş aram nebe ez vê îznê nadim.

Ev biryare û nîgeraniya serokê ajansê vedigere bo egera êrîşa Îsraîl bo ser binkên navokiye rêjîma Îranê.

Rêjîma Îranê heta niha hemû cehda xwe daye ku bikare çeka navkî berhem bîne û heta niha jî hinek navendên navkî yên cihê şik û gumanê hene ku rêjîma Îranê derfet nedaye lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ku serdan û lêkolînê bikin.

Bernameya navkiya Îranê bi serastî bo cîhanê rohn nîne û renge çeka navkî jî bi awayekî perdepoşkirî berhem bîne ku li ser ewlehiya hemû cîhanê dê bibe gefek gelek micid.