Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Holendê Balyozxane û Îtaliyayê konsûlgeriya xwe li Îranê daxistin

12:22 - 16 Nîsan 2024

Dewleta Holendê ragihand ku balyozxaneya we li bajarê Tehranê heta agehdarkirina bê daxistiye û hewrwisa Îtaliyayê jî ragihandniye ku heta agehdarkirina bê, konsûlxaneya xwe li Tehranê daxistine.

Piştî zêdebûna aloziyên li navbera rêjîma Îranê û Îsraêlê, û egera êrîşa Îsraîl bo ser rêjîma Îranê, dewleta Holendê ku balyozxaneya xwe li roja Dûşemî bo rojekê daxistibû, ragihand ku heta agehdarkirina bê, dê ew balyozxane daxistî bimîne û herwisa balyozxaneya Îtaliya li bajarê Tehranê ragihand ku konsûlxaneya xwe li wî bajarî de heta agehdarkirina bê daxitiye.

Herwisa kompaniya vegihastina esmanî ya Holendê ya bi navê “KLM” jî hemû firînên xwe li esmanê Îran û Îsraîlê heta agehdarkirina bê ragirtine.

Hejmarek ji welatên cîhanê, xelkê xwe agehdar kirin e ku xwe ji serdana bo Îranê biparêzin û hevwelatiyên wan ên li Îranê jî bi lezgînî ji Îranê derkevin.

Holendê ragihandiye ku bo parastina xelkê xwe ew biryar daye û herwisa Îtaliyaê jî ragihandiye ku bi rêya şandina peyaman dikarin digel vê balyozxanê pêywendiyê bigrin lê bi ti awayek serdana konsûlxaneyê nekin û ew daxistî ye.