Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bertekên cîhanî li hember şerxwazî û êrîşa rêjîma Îranê

12:24 - 16 Nîsan 2024

Çendîn welatên cîhanê li derheq êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê, balyozê rêjîmê li welatên xwe de bo wezareta derve gazî kirin û nerizayetiya xwe li derheq vê êrîşê bi fermî ragihandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Alman li bajarê Berlînê,  roja Duşem 27ê Xakelêweyê ragihand ku balyozê rêjîma Îranê li Alman de bo wezareta Derve ya Alman gazî kiriye û bi fermî nerizayetiya dewleta Alman li derheq êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê ragihandiye.

Wezareta Derve ya Birîtaniyayê jî, kardarê Balyozxana rêjîma Îranê  li Birîtaniyayê bo vê wezaterê gazî kir û nerizayetiya Birîtaniya li derheq êrîşa rêjîmê bo ser Îsraîlê û herwisa destdirêjiya rêjîma Îslamiya Îranê bo ser esmanê Îraq û Ordonê, bi wî nûnerê rêjîmê, ragihand.

Wezareta Derve ya Ordonê ji balyozê rêjîma Îranê bi sedema gotinên kirêt û tohînkirinên rêjîma Îranê li derheq biryarên dewleta Ordonê, bo wezareta Derve ya Ordonê gazî kir û nerizayetiya xwe li vê derheqê de ragihandbû.

Wezareta derve ya Bêljîkê jî balyozê rêjîma Îranê li wî welatî de gazî kir û nerizayetiya welatê bêljîkê li derheq êrîşa bo ser Îsraîl pê re ragihand.

Balyozê rêjîma Îranê li welatê Çêkê de jî bo wezareta derve hate gazîkirin.

Pêka raporên belavbûyî, Dewleta Firansê jî dixwaze balyozê rêjîmê gazî bike.

Roja Yekşemiyê, wezareta Derve ya rêjîma Îranê bi gazîkirina balyozên “Alman, Birîtaniya û Firansê” biryarên welatên wan li derheq êrîşa rêjîmê bo ser Îsraîl bi neberpirsane binav kir.