Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîl ragihand em amade ne bo êrîşkirina ser rêjîma Îranê

12:31 - 16 Nîsan 2024

Kabîna Şer a Îsraîl ragihand: Em micidin li ser bersivdana bi êrîşa rêjîma Îranê û em hisaba Xelkê Îranê ji rêjîmê cuda dikin, û me û xelkê Îranê dujminekî hevpar heye ku ev jî rêjîma komara Îsamiye.

Ev çend rojin piştî êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîl, organ û dewleta Îsraîlê li civînê de ne, bona çavaniya bersivdana bi rêjîma Îranê.

Gorî raporên mediayên Îsraîlî, kabîna şer a Îsraîl, berhevdana êrîşa bo ser binke û damezrawêt rêjîma Îranê dike, û biryar hatiye danê ku ev êrîş bête kirin.

Wezîrê berevaniya Îsraîl ragihand ku me çi rêçareyek ji bilî êrîş bo ser rêjîma Îranê nemaye û divê Têhran bersiva şiltaxiyên xwe û destdirijiya xwe bo ser axa me wergire.

Sererkanê sitada giştiye artêşa Îsraîl ragihand: Emê bersiva êrîşa mûşekî û dironiye rêjîma Îranê bi tundî bidin.

Rêberên siyasî û ewlehî yên Îsraîl bi yêkdengî biryar dane û tekeziyê dikin ku dê bi zûtirîn demê bersiva êrîşa Îranê bidin, lê ew naxwazin şerekî mezin çêbibe, ku nawçê aloztir bike.