Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

5 rêkxistinên akademîk êrîşa rêjîmê bo ser Îsraîl şermezar kirin

12:36 - 16 Nîsan 2024

Li Îranê de 5 rêkxistinên zanîngehan tevî şermezarkirina êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîl, ragihandine ku şerxwaziyên zarokane yên rêjîma Îranê bo ji rêderxistina hizra giştî û bo perdepoşkirina arîşeyên navxweyî ye”.

5 sazî û navendên akademîk bi belavkirina daxuyaniyeke fermî û li jêr navê “Çalakvanên Zanîngehî û Ciwanên Îranê” li ser rûpela Înstagramî ya belavoka “Emîr Kebîr”, êrîşa mûşekî û dironiya spaha pasdaran a terorîst bo ser Îsraîlê şermezar kirin.

Herwisa li vê daxuyanuiyê de hatiye: “Spaha pasdaran û rêjîma Îslamî, her tim bûne sedema nearamiyê li Rojhilata Navîn û cîhanê”.

Li vê daxuyaniyê de tekezî li ser alozî û dijayetiyên deverî digel şerxwaziyên zarokane yên rêjîma Îslamiya Îranê hatiye kirin ku bi armanca ji rêderxistina hizra giştî û li jêrsîberxistina qeyrana mezin a navxwe ye.

Herwisa wan rêkxiravên akademîk tevî piştevanîkirin ji mafê diyarîkirina çarenivîsê ya xelkê Îranê û piştevanîkirin ji berxwedan bo çêkirina rewşeke dêmokratîk û ewleh bi rêya Îraneke dêmokratîk û skolar, ragihandine ku em kiryarên rêjîma Îranê hem li êrîşkirin bo ser Îsraîlê û hem cehd bo perdepoşkirina qeyrana navxweyî, şermezar dikin.