Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê çona xelkê bo mizgevta Mekî ya Zahidanê bi tawan dibîne

12:45 - 16 Nîsan 2024

pêka belge û zanyariyan, rêjîma Îranê çona beşek ji nimêjkeran bo mizgevta Mekî ya bajarê Zahidanê bi tawan dibîne û çona wan bi neyasayî dihesbîne.

Pêka rapora “Kempêyna Çalakvanên Belûç” hinek belge û zanyarî li ber dest hene ku dide xuya bi beşek ji binçavkiriyan ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye ragihandin ku çona wan bo mizgevta mekî tawan e û karekî neyasayî ye.

Ew yeka li halekê de ye ku pêka ti yasayeke olî li cîhanê kes nikare rêgirî ji çona xelkê bo cihên olî bigre û bi taybet rêgirî ji misilmanan bo çon bo mizgevtê her bi xwe tawan tê hesibandin lê dadgehên rêjîmê biryarên li dijî yasayên Îslamî didin.

Pêka vê raporê, rêjîma Îranê bi hêceta çon û amadebûna xelkê li mizgevta Mekî, ew bi tohmeta kombûna neyasayî binçav kirine.

Rêjîma Îranê çona xelkê bo mizgevtê bi tawan dizane ku pêka yasayên ola îslamê çon bo mizgevtê erkek olî ye û rêjîm bervajiyê birayên Îslamê xelkê bi tawanbar nas dike.