Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdarî nekirin dikare çi biguhere?

19:32 - 5 Şibat 2024

N. Kerîm Perwîzî

 

Li vê demê ve ku rêjîma dagîrkre wilayeta feqîhî li Îranê de deshilat xistiye qorixa xwe de û bi nerewa li ser textê birêvebirina welatê belalêdayî Îranê rûniştiye, pirsyarek berdewam tête pêş ku erê gelo li maşkanêya binav hilbijartinê li Îranê de beşdarî bête kirin yan ne?

Yekemîn binav hilbijartina ku li Îranê de birêve ço, hilbijartina cure deshilat yan binav rêfrandoma Komara Îslamî bû ku li wê rêfrandomê de hemî bijardên dine hatne wêdedanê û tenê bijardeyek ma ku ev jî “Komara Îslamî, erê yan ne” bû.

Herwekî li wê binav hilbijartina wê care a “meclisa Xubrigan” li 1402 a roji de li gelek cihan, û bi taybet li Xurasana Başûr de ku Îbrahîm Reîsî yê serkomarê rêjîmê berbijêre, tenê bijardeyek hêlane û evê dine dane wêde her niha de encam û serkevtiyê wê maşkanê yê xûya be! Li wê rêfrandomê de jî, tenê bijardeyek hêlabûn  û li rastî de Xumeynî di cihê hemî kesê li hilbijartinê de beşdarî kiribû û êdî hewce nebû bijardeyekî din bête hizra kesê û bête berçavgirtin.

Li heyamê pitir ji 4 dehkan de, gelek caran û li hilbijartinên cuda li komara Îslamî de, xelk û siyasî bi ser 2 eniyan de hatine dabeşkirin, destpêkê de eniya yekim bihêz û berfireh bû û eniya duyem gelek lewaz bû, lê niha eniya duyem gelek berfireh bûye, eniya yekem li ser vê bawerê bûn bi heçî awayekê îmkan heye li hilbijartinan de pişikdariyê bikin heta ku ji rêka hilbijartinê ve, guhertinan pêk bînin.

Eniya duyem jî li ser wê bawerê bûn ku hilbijartin li sîstemekî dîktatorî de çi tiştekê naguhere û nabe li wê maşkanê de pişikdar be.

Destpêkê tenê Kurdistanê û hin cihên bertenge dine ye Îranê rêfrandom baykot kirin û eniya duyem pêkanîbûn û pitir ji %80 xelkê Îranê li eniya yekim de bûn, niha bow ê maşkanêya binav hilbijartina meclisa rêjîmê li meha Reşema 1402 an û salekê piştî şoreşa “Jîna” yê base hindê heye ku pitir ji %80 ciwatgeha netewên Îranê li eniya duyem de ne û kêmtir ji %20 li eniya yekim de mane.

Lê pirsyarekî bingehîn tête pêş û rû li wan kesane ye ku li ser wê bawerêne beşdarî nekirin base, erê gelo hekî beşdarî li hilbijartina rêjîmê de çi tiştekê naguhere, lê beşdarînekirin çi tiştekê diguhere?

Li derheq wê pirsyarê de dive em 2 tiştan bibêjin:

Yekim: Ger bi awayê hizirmendî jî hin kesan nedizanî ku li wê rêjîmê de çi nayête guherîn, êdî bi awayê ceribandina pitir ji 4 dehkan da xûyakirin ku beşdarîkirin li maşkanêya hilbijartinê de, bi heçî nav û awayekê, çi naguhere. Beşdarî nekirin jî li nava rêjîmê û mohrên rêjîmê de çi naguhere, lê di nava ciwatgehê de guhertinekî bingehîn çê dike! Guhertina beşdarînekirinê pêkhatiye ji guherîna hizirgeh û helwesta xelkê li hember sîstema hatî sepandin û jê dûrkevtin û çiyê din pê hivîdar nebûn û fikir kirin ji bo peydakirina rêkekî dinê! Beşdarînekirina li sinaryoya rêjîmê, dikare te ji rêjîmê dûr bêxe û îrada hizirkirina serbixwe û biryardanê cem te bihêz dike û seha xebat û berxwedanê divejîne. Şoreşa Jîna yê encama siyasiye beşdarî nekirina li sinaryoya diyarîkirina Reîsî wek serkomarê rêjîmê bû. Beşdarînekirina li hilbijartina meclisa qelpe fermandên Sipahê jî li Zistana îsal de, dikare şoreşa mezintir ji şoreşa Jîna yê bi du xwe de bîne.

Duyem: Beşdarîkirin li sinaryoya hilbijartinê de çi tiştekê li rêjîmê de naguhere, lê heşemeteke zêde ji bona pirûpagenda rêjîmê çê dike ku bêje ciwatgeha cîhanî ku piştî ev hemî kuştara ku ez li ser netewên Îranê dikim, ev hêj aşiqê qamçiyên celada nin û bi hestekî zêde ve pêşwaziyê ji banghjiya celadan dikin. Umeta hertim li meydanê de li ber çavê raya giştiye cîhanê dê nimayêş bike ku weke keriyên Pez kevtine bi dû weliyê feqîh. Beşdarî nekirin hemî sehr û tilismên weliyê feqîh betal dike û wê demê cîhan dizane ku hemî tiştekî wê rêjîmê direv û qelp bûye! Wê demê dictator û hinek koseîlkbidetên xwe li nîveka meydana rastiyê de bi tenê û rût û qût dimîne.