Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

hezaran kes li rêûresma bi axspartina Dr. “Elî Qasimlo” de beşdar bûn

11:05 - 31 Adar 2024

Hezaran kes ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê her ji bajarê Makoyê ve heta Kirmaşanê, li rêûrsma nemir Dr. “Elîxan Qasimlo” de beşdarî kirin û wek rêzgirtin ji yada Şehîd “Dr. Qasimlo” li vê rêresmê de bi hev re dirûşmên şoreşvanî dan.

Termê nemir Dr. “Elî Xan Qasimlo”, Roja Şemiyê 11ê Xakelêwê bi beşdariya hezaran kes ji xelkê Rojhilatê Kurdistanê li rêûresmeke bê mînak de, bi awayekî bi şan û bi hurmet û rêzgirtin ji vê malbatê û yada Dr. “Elîxan Qasimlo” û bi taybet yada rêberê mezin “Dr. Ebdulrehman Qasimlo”yê hertim zindî, li goristana gundê Qasimlo de bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Hezaran kes ji xelkê emegdarê wê malbatê li rêûresma bi axspartina nemir Dr. “Elîxan Qasimlo” de beşdarî kirin û ji hemû çîn û qatên civakê ji piraniya bajarên wek Mako, Selmas, Urmiye, Şino, Pîranşar, Mihabad, Nexede, serdeşt, Sine, bokan, Seqiz û zaf bajarên din xelk bi sedema xoşewîstiya rêberê mezin “Dr. Ebdulrehman Qasimlo” û malbata wî ya rêzdar li rêûresma bi axspartina nemir Dr. “Elîxan Qasimlo” de beşdarî kirin.

Xelkê beşdar bi kincên Kurdî û Axabaniyan li vê rêûrsmê de beşdarî kirin û herwisa termê Elî Xan bi Axabaniyan hatibû peçavtin ku dîmeneke şoreşvanî dabû vê merasimê û xelkê bi dirûşmên “Qasimlo Qasimlo rêka te dirêjî heye” û gotina sirûda “Ey Şehîdan” û li ser gora wî çendîn helbest û axixivtinên netewî hatine pêşkêşkirin û bi rêz û hurmetê ve, termê “Elîxan Qasimlo” bi axê hate spartin.

Bi dîtina wan dîmenan tê berçavê mirov ku xelkê Kurdistanê heya çi qaseke bilind rêz ji rêber û malbatên xwedî ked ên şoreşvan û yên şehîdan digre.

Gel, keda rêberên xwe ji bîr nake û li her derfetek, emegnasiya xwe dide xuya.