Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî bi hilkefta 10ê Xakelêweyê li Kurdistanê de berdewam in

11:27 - 31 Adar 2024

Li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê, çalakiyên teblîxî bi hilkefta 10ê Xakelêwê, “Roja Şehîdên Kurdistanê, berdewam in.

Endamên çavnetirs ên Hizba Dêmokrat a Kurditana Îranê li bajarê Pîranşarê li “Roja Şehîdên Kurdistanê” de li çendîn cihên wek “şeqama Felekeya azadî, kolanên taxa Padaş, Felekeya Azadî pişta mizgevta Îmam Şafi`î, kemerbendiya Felekeya Şînawê, kolanên Babê Şehîdan, şeqama Endîşeya Şînawê, mizgevta Mihemed Resûlullah a Şînawê, şeqama 7ê Tîr, rêya wizegeha Şînawê, mizgevta Padaş, parka Padaş, Serqelaya Şînawê û Bêhdaşta berê ya Şînawê” û gundê “Lawîn”ê de çalakiyên berfireh ên taybet bi 10ê Xakelêwê bi rê ve birin û wêneyên taybet bi vê rojê belav kirin û li dîwaran dan.

Herwisa li bilindahiyên bajarê Pîranşarê de Alaya Kurdistanê û logoya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bilind kirin.

Li bajarê “Rebet”ê de endamên xebatkar ên Hizba Dêmokrat serdana tirba Şehîdên Kurdistanê kirin û tevî dubarekirina pêymana xwe digel rêbaza Şehîdan, bi tekezî ragihandin ku heta gihîştina bi armancên şehîdan dest ji xebat û berxwedanê hilnegirin û kêla wan şehîdan bi axabaiyan xemilandin.

Herwisa hejmarek ji xelkê welatparêz ên bajarê Mihabadê serdana tirba şehîdên Kurdistanê li goristana “Şebek” a “Qeredax”ê kirin û yada wan şehîdan û herwisa “Roja Şehîdên Kurdistanê” û Pêşewa Qazî Mihemd û hevalên wî bi bilind ragirtin û bi deste gulan tirba wan xemilandin.

Herwisa li gundê “Xewsabad” û “Pîrolêbaxê” ser bi bajarê Bokanê de jî, li roja 10ê Xakelêwê, “Roja Şehîdên Kurdistanê” hejmarek ji xelkê Deverê serdana mezarê şehîdên Kurdistanê “Fetah Xurşîdî, Mihemed Îsazade yê naskirî bi Mihemed Qulerî, Mihyedîn Mihemedzade, Mihemed Birayîmof, Omer Mengurî, Ebdulla Sofî Îbrahîmî û Xalid Xiziraqayî” kirin û tevê danîna deste gulan li ser gora wan şehîdan, yada vê rojê bi bilind ragirtin.

Herwisa endamên têkoşer ên Dêmokrat li gundê Serbaxçeyê de serdana gora şehîdan kirin û bi danîna wêneyên Pêşewa Qazî Mihemed, Ala Kurdistanê, logoya Hizba Dêmokrat û axabaniyan, yada wan şehîdan bi bilind ragirtin û peymana xwe bo berdewamkirina doza şehîdan heta gihîtin bi encamê dubare kirin.

Li bajarê Seqizê de jî endamên têkoşer ên Dêmokrat serdana tirba Şehîd Kerîm Husêynî yê naskirî bi Kerîm Parsaniyanî kirin.

Li bajarê Baneyê de jî endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat bi wênakirina alaya Kurdistanê li ser dîwaran û bilindkirina logoya Hizba Dêmokrat û Alaya Kurdistanê û wêneyên pêşewa Qazî mihemed, û danîna wêneyê Pêşewa li ser rêya hatinûçona xelkê, yada 10ê Xakelêwê û Şehîdên çarçira”yê bi bilin d ragirtin û soza xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.

Endamên têkoşer ên Hizba Dêmokrat tevî hemû rêgirî û hewlên rêjîmê bo milîtarîzekirina gund û bajaran û ewlehkirina rewşê, şiyana xwe bi rêjîma tepeserker a Îranê dane selimand û amadebûna xwe bo cibicîkirina her erkerk hizbî bi her nirxekê, dane xuya û soza wefadariya xwe digel rêbaza Şehîdan dubare kirin.