Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên siyasî, mirina Sara Tebrîzî bi qetla hikûmetî binav dikin

11:42 - 31 Adar 2024

Hejmarek ji hevalên Sara Tebrêzî li girtîgeha Êvîn a rêjîmê de gotine ku mirina Sara bi her awayek û li her rewşekê de li stuyê rêjîma Îranê ye.

Hejmarek ji girtiyên siyasî yên wek “Nêrgis Mihemedî, Nahîd Teqewî, Anîşa Esedullahî, Rêyhanê Ensarînijad, Mehbûbê Rizayî, Meryem Hachusêynî, Gulrux Îrayî û Sipêdê Qelyan” ên li benda jinan a girtîgeha Êvînê ku li dema binçavkirina “Sara Tebrîzî” de hevbendiyê vê bûne, bi belavkirina nivîsekê dane zanîn ku mirina “Sara Tebrîzî” li her rewşek û bi her awayekê be, li stuyê rêjîmê ye.

Wan jinên binçavkirî ku heyama heftiyekê hevbendiyê “Sara Tebrîzî”yê bûne bi tekezî ragihandine ku “Sara Tebrîzî” li heyama binçavkirinê de gelek ditirsiya.

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê Tehranê, rojekê berî mirina “Sara”yê ew bo îdareya Îtilaatê banghêj kiribûn û roja din termê bêcanê “Sara Tebrîzî” li mala bavê vê de li bajarê Tehranê hate peydakirin.

Pêka gotina kesên nêzî vê keça Tewrêzî, îdareya îtilaatê bi tundî gef ji vê dixwarin ku hekî hevkariya navendên ewlehiyê neke dê data û wêneyên vê yên li ser mobayla vê belav bikin û givaşeke gelek zêde xistibûne ser vê keçê û piraniya çalakvanên siyasî û medenî, rêjîma Îranê bi bikujê “Sara Tebrîzî” dinasin.