Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bûyerên hatinûçona Newroza Îsal de zêdetir ji 698 kesan canê xwe ji dest daye

21:18 - 31 Adar 2024

Pêka rapora Polîsê Rê yê rêjîma Îranê li heyamê Newroza îsal heta 12ê Xakelêweyê, mirina 698 kes bi sedema bûyerên hatinûçonê hatine tomarkirin.

Canjidestdan û birîndarbûna xelkê Îranê li bûyerên hatinûçonê de zêdetir vedigere ser nebûna ewlehiya maşînên berhemên navxweyî yên Îranê ku bi ti awayekî girîngî bi parastina canê mirovan nadin û li berhemanîna wan de berçav nagirin û pêka gotina Polîsê Rê yê rêjîma Îranê li heyamê Newroza îsal heta 12ê Xakelêweyê, 698 kes bi sedema bûyerên hatinûçonê canê xwe ji dest dane.

Herwisa polîsê rêjîmê daye zanîn ku %62 a mirinên li bûyerên hatinûçonê bi maşînên cura prayd û Pêjo bûye.

Rêjîma Îranê ti bernameyeke serast bo çêkirina maşînên ewleh bo canê mirovan nîne û bi tenê bo qazanca taqim û girûpên pêwendîdar wan maşînan berhem tîne û beşeke dahata wan kompaniyan rasterast bo wan taqim û navendên rêjîmê tê şandin.

Li berhemanîna maşînan de li Îranê, hemû hewlek tê dan ku maşîn bi nirxeke gelek kêm bê berhemanîn û bi zêdetirîn nirxê bê firotin lê bo çêkirina maşînên bi wec ku li dema bûyerên hatinûçonê de canê kesên li maşînê biparêze, ti bernameyek nîne.