Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê cezaya girtîgeh û nexdî bi ser birayê şehîdekî de sepand

21:21 - 31 Adar 2024

Birayê Şehîd “Fuad Qedîmî” ku yek ji şehîdên şoreşa “Jin Jiyan Aazadî”yê ye, ji aliyê dadgeha rêjîmê ya li bajarê Dîwanderê ve 40 heyv girtîgeh û cezaya nexdî, bi ser de hate sepandin.

Pêka rapora Ajansa “Kurdpa”yê, birayê “Fuad Qedîmî” yê bi navê “Omîd Qedîmî” ji aliyê dadgeha rêjîma Îranê li bajarê Dîwanderê ve bi tohmetên “Endametî li yek ji Hizbên Kurdistanî yên Opozîsiyona rêjîma Îranê” 32 heyv girtîgeh, “propagende li dijî rêjîmê”, 8 heyv girtîgeh û “belavkirina nûçeyên çewt û alozkirina hizra giştî” 85 milyon Riyal anku 8 milyon û 500 hezar Tumen, cezaya nexdî bi ser de hatiye sepandin.

Şehîd “Foad Qedîmî” yê ji dayîkbûyê sala 1361 a Rojî, kurê Ebdulla û Henifê, li 28ê Xermnanan a 1401 a Rojî de ji aliyê hêzên çekdar û tepeserker ên rêjîma Îranê li bajarê Dîwanderê de bi dijwarî hate birîndarkirin ku piştî 2 rojan, li 30ê Xermananê de li nexweşxaneya bajarê Sinê, şehîd bû.