Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê bersiva çewtekariyên rêjîma Îranê da

11:54 - 3 Nîsan 2024

Rêjîma Îranê bi sedema neşiyan, nekariye bersiva kuştina terorîstên xwe yên li Sûriyê bide, lewma cehda alozkirina hizra giştî û tohmetlêdan bi Amerîkayê dide û Amerîakyê jî bersiva wan çewtekariyan da.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” tevî redkirina îdiayên rêjîma Îranê bo hebûna rol û berpirsyarbûna Amerîka ji kuştina terorîstên rêjîmê li Sûriyê ragihand: “Em li benda peydakirina rastiyên li vê êrîşê de ne”.

Herwisa “John  Kirby” yê Şêwirkarê Ewlehiya “Koşka Sipî”, îdiaya rêjîma Îranê li derheq agehdarbûn û hebûna rola Amerîka li kuştina terorîstên spaha pasdaran li Demişqê de bi tevawî red kir û îdiaya rîjîma Îranê bi “ bê binyat û bi tevaw çewt” binav kir.

Îsraîlê heta niha ew êrîşe li stuyê xwe negirtiye lê kuştina wan terorîstên rêjîma Îranê ku birêveberê pîlan û bernameyên terorîstî yên rjîma Îranê li Sûriye û Lubnanê de bûne, derbek giran bi rêjîma Îranê ye.

Pêka marên belavbûyî 13 kes li vê êrîşê de hatine kuştin û hinek amaran jî ew bi 7 kes ragihandine lê rêjîma Îranê navê 7 pasdarên terorîst belav kirine ku li vê êrîşê de hatine kuştin.

Neşiyana rêjîma Îranê bo dana bersiv bi vê êrîşê, tundajoyên girêdayê bi xwe nerazê kiriye û vê yekê rêjîm xistiye givaşê.