Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Îranê de zêdetir ji 4 kombûnên nerzayetî li 14ê Xakelêweyê de bi rê veçon

12:26 - 3 Nîsan 2024

Li roja Sêşemî 14ê Xakelêweyê de zêdetir ji 4 kombûnên nerizayetî yên hejmarek ji werzêrên Îsfehanê, ajotvanên maşînên giran li bajarê Zahidanê, hejmarek ji werzêran li Kirmanê û hejmaerk ji kedkaran li Ehwazê bi rêve çone.

Roja Sêşemî 14ê Xakelêweya 1403 a Rojî, hejmarek ji werzêrên Îsfehanê bi xwenîşand û rêpîvan û dana dirûşman li yek ji şeqamên bajarê Îsfehanê de nerizayetiya xwe nîşan dan û daxwaza pêregihîştin bi pirsgirêkên av û pêrenegihîtin û bersivnedana berpirsên pêwendîdar kirine.

Herwisa werzêr û xwediyên traktoran li bajarê “Qel`e Genc”ê ser bi parêzgeha Kirmanê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember kêmkirina beşa şewata li rûberûyê binaya Îdareya Werzêrî ya rêjîmê li bajarê Kirmanê de kombûna nerizayetiyê lidar xistine.

Herwisa kedkarên girêbestkar ên xizmetkariyên bajarvaniya taxa “Kot” a Îhwazê, bo nîşandana neroizayetiya xwe li hember nedana heqdesta xwe ya heyvên “Rêbendan û Reşemeya 1402” li rûberûyên parêzgariya rêjîmê ya parêzgehaXûzistanê li bajarê Ehwazê de kombûna nerizayetiyê lidar xistin.

Herwisa ajotvanên maşînên giran û kamiyonan li bajarê Zahidanê de bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember kêmkirina şewata hewce bo karê veguhastinê, kombûna nerizayetiyê lidar xistine û ragihandine ku pişka 5 hezar lîtra şewatê bo yek heyvê niha bûye 300 lîtir ku beşa 2 rojan jî nake.