Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rêjîmê li bajaraê Serawanê de êrîş kirine ser mala xelkê medenî

17:23 - 3 Nîsan 2024

Hêzên leşkerî û herwisa yên kinc medenî yên Îtilaaata rêjîmê bê belgeya yasayî li bajarê Serawanê de êrîş kirine ser taxeke wî bajarî û piştî vekolîn û xisargihandin bi navmala xelkê û bêrêzîkirinê, ew bi cî hiştin.

Pêka rapora “Halveş”ê roja Sêşemiyê 14ê Xakelêweyê, hêzên leşkerî û ewlehî yên rêjîmê û herwisa hêzên ewlehî bi kincên medenî, li taxa “Ispîç” a bajarê “Serawan”ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, êrîş kirine ser mala xelkê û bê vê yekê ku ti tîşteke neyasayî li wir de peyda bikin, ew bi cih hiştine.

Pêka vê raporê wan hêzên hov û tepeserker ên rêjîmê belgeya yasayî bo vekolîna malên xelkê nebûne û îdia kirine ku li pey çekên neyasayî digerin.

Herisa wan hêzên hov, tevî têkdan û alozkirina navmala xelkê xelekê û şikandina hinek tiştîn wan,  bêrêzî jî bi xelkê kirine.