Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Piştî kuştina terorîstên rêjîmê li Sûriyê cudatî ketiye nav rêjîmê

17:25 - 3 Nîsan 2024

Rêjîma Îranê ji tirsê êrîş bo ser Îranê, şiyana bersivdan bi kuştina terorîstên spaha pasdaran li Sûriyê nîne û vê yekê cudatî xistiye navbera berpirsên rêjîmê û şiyana dana biryarek li vê derheqê de nebûne.

Pêka rapora “The New York Times”ê bo bersivdana rêjîmê ku hêj nexuyaye, cudatî û dualîbûn kevtiye navbera berpirsên rêjîma Îranê û vê yekê rêjîma Îranê xistiye givaşeke mezin, li halekê de ku îdia dike dê tola wan pasdarên ku hatine kuştinê, hilde, ji aliyê din ji berfirehbûna şer û berteka dijwar a Amerîka û Îsraîlê ditirse.

Heta niha îdiayên rêjîmê ji axaftinên çewt derbas nebûye û li rastiyê de rêjîma Îranê rastî dualîbûnê hatiye ku bersivê bide an ne û hekî bersivê bide dê bi çi şêwazekê be û dê bikare paşhatên vê jî erê bike an ne, û ya xuya kuştina wan terorîstên rêjîmê , dê bi tenê li ser ragihandinan bas ji tolhildanê bê kirin û Îsraîlê heta niha 10an berpirsên ser bi rêjîmê kuştine lê rêjîma Îranê nekariye ti bersivekê bi wan bide û bi tenê bi xeyalên wehmî hinek cihên din kirine armanc ku ti pêwendiyek bi Îsraêlê ve nebûne.

“New York Times”ê li vê raporê de daye zanîn ku alîgirê êrîşa rasterast bo ser îsraîlê gotine ku êrîş nekirin dê bibe nîşandeka lawazî û bêhêziya rêjîma Îranê.

Ji aliyê din ve “Finacial Times”ê ragiahndiye ku “Elî Xamineyî û Îbrahîm Reîsî”, dijî êrîşa rasterast in û bi rêya milîsan dixwazin derbê bi Îsraîlê bidin nekû Îranê dê rastî şerekî mezîn bê ku nirxa vê bo komara Îslamî gelek giran be.