Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Cebilxaneya Hûsiyên Yemenê ret dibe

11:39 - 4 Nîsan 2024

Fermandeyê Hêza Esmanî ya Amerîka li Rojhilata Navîn de ragihand ku bi berçavgirtina rêjeya êrîşên Hûsiyên Yemenê, renge cebilxaneya wan û paşkevta diron û mûşekên balistîkî yên dije gemî ret dibe.

General “Elêksûs Girînkovîç” ê Fermandeyê Hêza Esmaniya “CENTCOM”ê ragihand ku lezgînî û rêjeya êrîşên Hûsiyên Yemenê gelek kêmtir ji berê ye û hegera vê yekê heye ku cebilxaneya wan û paşkevta diron û mûşekên balistîkî yên dije gemiyên wan, ret dibin.

Herwisa wî fermandeyê Amerîkayî ragihand: “Êrîşên bersivder bi cehdên Hûsiyên Yemenê, karlêkerî û bandor xistiye ser milîsên Hûsî û lezgîniya wan li encandana kiriyarên terorîstî û êrîş bo ser gemiyan heta asteke zêde kêm kiriye.

Li halekê de ku mûşek û cebilxaneya Hûsiyên Yemenê ji aliyê rêjîma Îranê ve têne dabînkirin, êdî bi sedema operasiyonên hêzên Amerîkayê û hevpeymanan, tevî rêgîrî ji gihandina çek û cebilxanê bi Hûsiyan, enbarên paşkevta wan jî hatine teqndin û ew yek her berdewam e.

Hûsiyên Yemenê ku piraniya diron û mûşekên xwe li dema cehda êrîşan de ji dest dane, niha rastî kêmiya wan cebilxaneyan hatiye.