Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên “Ceyşuledil” li Belûçistanê de êrîş kirine ser binkeyên spaha pasdaran a terorîst

11:42 - 4 Nîsan 2024

Pêka gotina çavkaniyên Belûç, şeva derbasbûyî hêzên “Ceyşuledil” li bajaranê Çabihar û Raskê de êrîş kirine ser çendîn binkeyên spaha pasdaran a terorîst û polîsên rêjîmê û kuştî û birîndarên rêjîmê jî hene.

Pêka gotina çavkaniyên xelkê Belûçistanê, demjimêrên destpêkî ya şevê, li Çarşemî 16ê Xakelêweyê de hêzên “Ceyşuledil” li bajarên “Rask û Çabihar”ê de çendîn binkeyên spaha pasdaran a terorîst û hêzên tepeserker ên Polîsê rêjîmê kirine armnanc û tevî kuştina 10an pasdarên terorîst, çend enbarên cebilxaneya rêjîmê jî kevtine destê wan hêzan.

Pêka gotina hêzên “Ceyşuledil”, zêdetir ji 200 kes ji hêzên rêjîmê hatine kuştin, lê ti zanyariyeke zêdeir hêj belav nebûye û rêjeya birîndarên wî şerî hêj nehatiye zanîn.

Pêka zanyariyên belavbûyî heta derengiya şevê û demjimrên destpêkî û nêzî 10 demjimêran ew şere berdewam bûye.

Rêjîma Îranê jî ragihandiye ku li wan êrîşan de 5 kes ji hêzên spaha pasdaran û Polîs hatine kuştin û 10 kes jî birîndar bûne û îdia kir ku 15 kes ji hêzên ceyşuledil, hatine kuştin.