Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li sala 1402an de aliyê kêm 507 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

11:44 - 4 Nîsan 2024

Kuştin û birîndarkirina aliyê kêm 507 kolberan ji aliyê hêzên çekdare rejîma Îranê li sala 1402 an, ku temenê 28 kes ji wan kolberan kêmtir ji 18 saliyê bûye.

Li sala 1402 a Rojî de bi giştî 507 kolber li rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin, ku pitir ji %81 ji wan kolberan bi teqeya hêzên çekdare komara Îslamî hatine kuştin û birîndarkirin, 28 ji wan kolberan temenê wan kêmtir ji 18 saliyê bûye.

Li gorî amara tomarkirî li Rêkxirava Mafê Mirove Kurdpayê, li sala 1402 de bi giştî 507 kolber li rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku 44 kes ji wan kolberan hatine kuştin û 463 kes jî hatine birîndarkirin.

Her li gor Rêkxirawa Mafê Mirove Kurdpayê, li sala 1401 de jî bi giştî 225 kolber li rojhilatê Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin, 29 kes ji wan kolberan hatine kuştin 196 kes jî hatine birîndarkirin.

Bi hejmarkirina vê amarê li sala 1402 de kuştina kolberan bi rêjeya %43 û amara birîndar bûna kolberan %81 zêde bûye.