Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nerazîbûn û berxwedana xelkê Vanê, gihîşte encamê

11:51 - 4 Nîsan 2024

Li halekê de ku dadgeha Tirkiyê berbijêrê xelkê bo bajarvaniya bajarê Vanê red kiribû, nerizayetî û berxwedana xelkê gihîşte encamê û berbijêrê xelkêl bû bi bajarvanê Vanê.

Dadgeha Tirkiyê, hilbijartiyê xelkê Vanê “Ebdullah Zêydan” bi tohmeta pêwendî digel PKK hilveşandibû lê bi berxwedan û rijyana xelkê bo ser şeqaman û pêdegirî li ser daxwaziya xwe, komîsiyona bilind a hilbijartinên Tirkiyê, biryara dadgeha Tirkiyê hilveşand û “Ebdullah Zêydan bi fermî bû bajarvanê bajarê Vanê.

Xelkê bajarê Vanê bo serketina berbijêrê “DEM” partiyê “Ebdullah Zêydan” li bajarê Vanê rijiyane ser şeqaman û bi 10an hezar kes li ser şeqaman keyfxweşiya xwe ji vê serketinê didin xuya û dirûşmên serkevtinê dan.

Xelkê bajarê Vanê bo nîşandana nerizayetiya xwe li hember biryara dadgeha Tirkiyê, rijiyabûne ser şeqaman û pêka girte vîdyoyên belavbûyî tundûtîjî kevtibe navbera polîs û neraziyan û Polîsê Tirkiyê gaza bîber, gulleyên saçmeyî û maşîna avrêjker li hember xelkê bikar anîne.

Dem Partiyê 75 bajarvanî li 7 bajarên mezin û 3 bajarên din de li Bakûrê Kurdistanê de bi dest xwe ve anîn û partiya “CHP”ê jî gelek deng li bakûrê Kurdistanê de hebûn û partiya AKP li hember partiyên din de encama baş bi dest xwe ve neanî û îtiraf bi şikesta xwe kir.

Ebdullah Zêydan ê berbijêrê “DEM” partiyê, bi rêjeya %55 a dengan serketin bi dest xistin.