Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjimên “Îran û Sûriyê” bi 191 milyon dolarî hatine cezakirin

11:56 - 4 Nîsan 2024

Kesekî xelkê Amerîkayê rûniştiyê Îsraîlê ji aliyê terorîstekê ve hatibû kuştin û dadgerha Amerîkayê rêjîmên “Îran û Şûriyê” bi tawanbar nas kir û 191 milyon dolar bo qerebûya vê kuştinê ceza kir.

Pêka rapora kanala têlêvîzyoniya “Fox News” a Amerîkayê, dadgeha Waşîngtonê rêjîma Îslamiya Îranê û rêjîma Sûriyê bi sedema piştevanîkirin ji terorîsmê bi tawanbar zanî û biryar da ku malbata kesekî bi navê “Arî Fold” hêjayê vergirtina qerebûya nexdî ye û rêjîmên “Îran û Sûriyê” divê 191 milyon dilar wek qerebû bide vê malbatê.

“Arî Fold” ê temen 45 salî û xelkê Amerîkayê ku bavê 4 zarokan bû, ji aliyê terorîstekî Felestînî ve bi derba Kêrikan hate kuştin.

Dadwerê Payebilind ê dadgeha Waşîngtonê li vê biryarê de ragihandiye: “Rêjîma Îslamiya Îranê û Sûriyê, careke din alîkariya malî gihandine Hemasê.

Li halekê de ku vergirtina wî dirafî ji wan 2 rêjîman astengî û pirsgirêk hene, Amerîkayê rêkarên dinê bo dana wî dirafî bi wan malbatên kuştiyan, hene.