Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rûsiye bi qaseke zêde cebilxaneya xwe ji Îran û Koreya bakûr verdigre

11:58 - 4 Nîsan 2024

Sikreterê “NATO”yê ragihand ku Rûsiye beşeke zêde ji cebilxaneya xwe ji rêjîma Îranê û Koreya başûr verdigre.

Roja Çarşemî 15ê Xakelêweyê, “Jens Stoltenberg” ê Sikreterê “NATO”yê li destpêka civîna welatên endam ên “NATO”yê de li bajarê Birûksêlêde ragihand ku Rûsiye beşeke zêde ji cebilxaneya xwe ji rêjîma Îranê û Koreya bakûr verdigre û welatên Endamên “NATO”yê li derheq şêwaza rawestan li hember piştevaniya leşkerî ya rêjîma Îranê û Koreya Bakûr ji Rûsiyê, dê gengeşê û danûstandionê bikin.

Herwisa navbirî ragihand: “NATO li pey lihevkirineke qahîmtir bo piştevanîkirin li Ukraynê ye ku bide selimandin, Rûsiye nikare li şerê digel Ukraynê de serbikeve”.

Navbirî li derheq rengehiya alîkariya 100 milyard Dolarî bi Ukraynê ti zanyariyek neda.