Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

çendîn terorîstên payebilind ên spaha pastaran li bajarê Demişqê de hatine kuştin

10:43 - 2 Nîsan 2024

Balafirên F35 ên Artêşa Îsraîlê li roja Sêzdekê de kunsolxaneya Îranê li bajareê Demişqê de kirne armanc û pêka raporan çendîn terorîstên payebilind ên spaha pastaran li vê êrîşê de hatine kuştin.

“Husên Ekberî”, balyozê rêjîma Îranê li Sûriyê gotiye: “Balafirên şerker ên F35 ên Artêşa Îsraîl li roja 13ê Xakelêweyê, balyozxaneya Îranê li bajarê Demişqê de kirine armanca 6 mûşekan û teqandine”.

Li vê êrîsê de tirorîst “Mihemedriza Zahidî” fermandeyê spaha quds li Sûriye û Lubnanê, tirorîst “Husên Aminullah” fermandeyê stada giştî ya spaha quds li Sûriye û Lubnanê û tirorîst “Hac rehîmî” yê cihgirê “Mihemedriza Zahidî” li vê êrîşê de hatine kuştin û pileya “Serdarî” hebûne û herwisa 5 piledarên din ên bi navên: “Mêhdî Celaletî, Muhsin Sedaqet, Elî Aqababayî û Elî Salihî rûzbehanî hatine kuştinê.

Spaha pasdaran a terorîst kuştina wan piledarên terorîst piştrast kiriye.

Balyozê rêjîma Îranê li Sûriyê de li berteka kuştina wan tirorîstan de gotiye ku “li dema ku em bixwazin emê dê bersiva hevşêwe bidin”!

Wezîrê derwe yê rêjîma Îranê jî ragihand ku me li vê derheqê de peyamekî tund daye Amerîka.

Nûnerê hertimiye rêjîmê li saziya netewên yêkbûyî de jî daxwaza civîna bileze şêwra tenahiya netewên yêkbûyî kiriye.

Herwisa li navxweye îranê de jî hinek ji fermandên sipaha tirorîst dîsan basê tolhildana tund dikin.

Îsraîlê heta niha li vê derheqê de ti bertekek ji xwe nîşan nedaye.