Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê welatiyekî xelkê bajarê Melekşahiyê binçav kir

12:17 - 4 Nîsan 2024

Hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê welatiyekî xelkê bajarê “Melekşahî”yê ser bi parêzgeha Îlamê, bi sedema beşdarî li rêûresma Newrozê de binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê, sibêdeha roja Çarşemî 15ê Xakelêweyê, hêzên ewlehî yên rêjîma Îranê li bajarê “Melekşahî”yê, bê belgeya yasayî, êrîş kirine ser mala welatiyekî Kurd ê bi navê “Ferec Ersen” û ew binçav kirin û bo ciheke nexuya veguhastin.

Herwisa “Kurdpa”yê daye zanîn ku ew welatiyê Kurd bi sedema beşdariya çalakane li rêûresma Newrozê, hatiye binçavkirin.

Tevî hemû lipeyketinên malbata ““Ferec Ersen”, ti zanyariyek li derheq rewşa navbirî û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.

Agirê Newroza îsla, wekî serîhildan li hember zulm û zordariya rêjîma Îranê bi rê ve ço û tevî hemî rêgiriyên rêjîmê, agirê Newrozê bû serhildanek li hember rêjîmê.