Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Nirxa Dolar ji 64 hezar Tumenî derbas bû

12:24 - 4 Nîsan 2024

Pêka dawî raporên bazara Dolar li Îranê, nirxa Dolar ji 64 hezar Tumenî derbas bûye û nirxa dolar li hember dirafê Îranê, piştî kuştina terorîstên rêjîma Îranê li Sûriyê, bi lezgînî bilind bûye.

Pêka dawî amarên belavbûyî, nirxa Dolar li sibêdeha roja Pêncşemî 16ê Xakelêweyê, bi 64 hezar û 50 Tumen hatiye firotîn û ew nirxe dem bi dem kêmtir û zêdetir dibe û roja derbasbûyî heta 64 hezar û 350 Tumenî jî bilind bibû lê nirxa niha xuya nîne ku heta êwarê çi dê bilindtir bibe.

Piştî teqandina kunsolxaneya rêjîma Îranê li Sûriyê û herwisa kuştina terorîstên spaha Quds bi sedema êrîşa Îsraîl ve, nirxa Dolar nişkê ve bilind bû û li bazaran de jî niha bi lezgînî diguhere.

Herwisa nirxa sikeykê ji 45 milyon Tumenî jî derbas bû.