Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmara 467an a rojnameya Agirî ku ziman halê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye hat weşandin

21:20 - 4 Nîsan 2024

Di hejmara nû ya rojnameya “Agirî” de, helwêstên Hizba Dêmokrat û gotarên nivîskar û xebatkaran û nûçeyên mafê mirovî û mijarên cuda cuda hatine weşandin ku mijar û gotarên vê hejmara Agirî wiha ne:

 

Li rûpela 1 a 467 emîn hejmara Agirî de manşêta “Peyama Rêzdar Mistefa Hicrî Berpirsê Navenda Birêveberiya Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bi hilkefta roja Şehîdên Kurdistanê.

Rûpela 2 a hejmara nû a Agirî hatiye terxankirin bo deqa peyama Navenda Karûbarên Civakiya Hizba Dêmokrat bi hilkevta 10 xakelêwê roja Şehîdên Kurdistanê.

Rûpelên 3, a vê hejmara Agirî de Gotarek li jêr nave “ Şehîd bi jiyana xwe welatekê ava dike” ji nivsîna Kerîm Perwîzî dikeve ber çavan.  

Rûpela 4 ê de Gotara “Roja Şehîdên Kurdistanê” ji nivîsa Azad Kurdî hatiye weşandin.

Rûpela 5ê de gotara: “Eşîret û karlêkeriyên vê” ji nivsîna Hûmen Simko Hatiye weşandin

Rûpela 6an a 467 emîn hejmara Agirî gotarek li jêr nave “Di dîrokê de yekem hevpeyvîna çapemeniyê kengî bûye? Ji nivîsa Vênûs Fayîq”

Rûpela 7ê de gotara: “Dilgiraniya Rûsiyê ji nêzîkatiya Ermenistanê ji bo Yekîtiya Ewropa!” ji nivîsa Eskender Ceiferî.

Herwisa li sitûnekê de li rûpela 7ê de çend gotin û Nêrîna lîderan jî tête dîtin.

Rûpela 8 de gotara: “Dîtîna Min “MUZEXANE” bo heçî neteweyekê girînge” ji nivîsa Roni Mazlum Deli.

Rûpela 9 ê de gotara: “Bawerî, Felsefe û Ziman, Mirov nenivîse nabe” ji nivîsa Hasan Harrani.

Rûpela 10 ê hatiye terxankirin bo gotarekê li jêr nave “Rêûresimên Newrozê di nav Kurdên li Xorasanê” ji nivîsa Rojan Kirmanc.

Rûpela 11 ê a 467 emîn hejmara Rojnameya Agirî de çend nûçeyên binpêkariya mafê mirov ji aliyê rejîma Îranê li Kurdistan û Îranê de hatine weşandin.

Rûpela 12ê anku dawî rûpela hejmara nû a Rojnama Agirî weke hemî care, vê carê dîsan hatiye terxankirin bo postêrekê bi diruşma “Şehîd Hêma û bilindtirîn helwesta mirovahiyê ye” postêr temsîla Roja Şehîdên Kurdistanê dike ku û wiha pênase dike “10ê Xakelêwê roja Şehîdên Kurdistanê roja nivîsîna sergotara mirinê di pêxema azadiyê de” Ev postêr bi dîzayîn û zehmeta Serbet Urmiye hatiye kêşan.

Desteya Agirî spas û destxweşiyê ji hemî wan kes û nivîskar û xebatkaran dike ku Agirî bi ked û zehmet û nivîsên wan tête xemilandin û weşandin.

Xwandevanên hêja hûn jî dikarin bo xwendina mijar û gotarên Rojnama Agirî, û dagirtina faîla PDF a Rojnameya “Agirî” serdana vê Lînkê bikin.