Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êrîşên Îsraîl bo ser navendên ser bi rêjîma Îranê li Sûriyê berdewam in

10:50 - 2 Nîsan 2024

Artrêşa Îsraîl li bajarê Demişqê de enbarên cebilxaneya kîmiyayî ya spaha Quds teqndin û bêhna madên kîmiyayî li taxeke vî bajarî de belav bûne.

Artîşa Îsraîl êrîşeke esmanî de bo ser enbarên hilgirtina berhemên madên kîmiyayî ya spaha Quds li taxa “Comreya” ya bajarê Demişqê, navenda lêkolîn û ceribandina madên kîmiyayê yên wek gaza kulor, teqandine û pêka gotina xelkê xwecihî, bêhna gazên kîmiyayî li vê taxê de belav bûye.

Pêka gotina xelkê vê deverê, çendîn sal e ku ew navenda lêkolîn û berhemanîna gaz û madên jehrî yên kîmiyayî li vê navenda ser bi spaha quds a spaha pasdaran a terorîst li vê taxa bajarê Demişqê de ye.

Herwisa xelkê vê taxê gotine ku spaha quds û milîsên ser bi rîjîma Îranê gazên metirsîdar ên wek Kulor û gazên din ên metirsîdar li vê navendê de berhem tînin.

Heta niha rêjîma Îranê bi hegera derba girane ku li konsolxaneya rêjîmê li Demişqê de xwarî, li derheqê vê embara kîmiyaî û xisara canî û malî de ti zanyariyeke serast belav nekiriye.