Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêza parastina hicaba bi zorê li Îranê ji aliyê xelkê ve têne kutan

11:12 - 2 Nîsan 2024

Pêka girte vîdeoyên belavbûyî, xelkê Îranê ji destdirêjî û azardana hêzên parastina hicaba bi zorê bêzar bûne û hinek caran xelk neçar dimîne ku bo sekinandina wan hêzan wan bikutin.

Pêka girte vîdeoyên belavbûyî li torên cîvakî de, roja Duşemî 13ê Xakelêweyî de li bajarê Îsfehanê û herwisa li bajarê Hemedanê de xelkê bi awayekî dijwar, hêzên parastina hicaba bi zorê kutane û yek ji wan bi sedema derbên giran li nexweşxaneyê de hatiye razandin.

Li bajarê Îsfehanê de kesekî besîcê bi qasekî xelk û ciwanên wî bajarê azar dane ku xelk neçar maye bo rêgîrî û dawîanîna bi wan azaran bi awayekî bi kom wî besîcî bikutin da ku dest ji azardana xelkê berde.

Herwisa li rêya “Hêyderiye” ya bajarê Hemedanê de besîciyekî gemar bi awayekî hovane hewla azardana jin û mêrekî ku li maşîna xwe de bûne daye û xelk neçar maye bi qasekî wî besîcê gemar bikutin ku li nexweşxaneyê de bê razandin.

Hêzên parastian hicaba bi zorê heta niha bi hezaran cinayet li derheq kur û keçan de li seranserê Rojhilatê Kurdistan û Îranê de encam dane ku yên herî berçav, şehîdkirina keçên Kurd “Jîna Emînî, Nîka Şakeremî û Armîta Girawend” in.