Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja Sêzdekê de xelkê seranserî Kurdistan û Îranê bê guhdan bi gefên rêjîmê derkevtne geşt û seyahetê

11:18 - 2 Nîsan 2024

Rêjîma kevneperest û paremayî a Îranê roja berî 13 biderê, ragihandibû ku nabe ti kes bi armanca xweşî û geşt û seyranan biçe derve û nava bax û parkên giştî û seyrangehan.

Rêjîmê rojekê berî hingê ve deryên piraniya Bax û Parkên giştî li bajaran de dayêxistibûn, û herwisa rêkên seyrangehan tijî kiribûn ji hêzên tepeserkar.

Lê xelkê welat bi bê guhdan bi wan gef û haydariyên rêjîmê, her serê sibeha roja Sêzdekê heya êwarê derkevtin û li seyrangehande xweşî û şadiya xwe derbas kirin.

Seyrange û cihên seyahetî tejî bibûn ji xelkê û malbatan, li Kurdistanê wek: Gîlan Xerba Kirmaşanê hezaran malbat devra hev du kom bûn, Îlam, Sine, Merîwan, Bokan, Mihabad, Urmiye, û gelek cihên din,  li asta Îranê de jî li bajarên , Têhran, Amol, Isfehan, Şahrûd, Ciroft, Şîraz, Bûşêhr, û piraniya bajarên parêzgeha Loristanê, û piraniya bajarên welat, xelkê bersivekî didanşikên dane rêjîma paremayî û hemî rêke û seyrange tejî bibûn ji malbatan û gorî adet û kultûra kevnare xwe heya êvarê kevtne geşt û seyran û derbirîna xweşiyê