Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berpirsê malî yê Hemas û Hizbullahê hate kuştin

11:30 - 11 Nîsan 2024

Berpirsê malî yê Hizbullaha Lubnan û Hemasê ku xeleka pêwendî digel spaha pasdaran a terorîst digel wan milîsên ser bi rêjîma Îranê ye, li koşkeke taybet de li bajarê Beyrûtê hate kuştin.

Pêka raporên belavbûyê, “Mihemed Sirûr” ê temen 57 salî yê xelkê Lubnanê ku berpirsê malî yê Hizbullaha Lubnan û Hemasê ye û herwisa xeleka pêwendî digel spaha pasdaran a terorîst digel wan milêsan bûye, li koşkeke taybet a icarekirî de li bajarê Beyrûtê, bû armanca 5 heta 7 gulleyan û hate kuştin.

Gotinî ye ku “Mihemed Sirûr” li lîstê dorpêçên Amerîkayê de ye.

Pêka nûçeyên belavbûyî li dema peydakirina termê wî milîsê terorîst de, bi qaseke gelek zêde diraf li wir hatiye peydakirin û kes an kesên ku ew terorîstê gemar kuştine ti karek bi diraf nebûne û armanca wan kuştina navbirî bûye.

Diraf bê rêjeyeke nexuya ji aliyê rêjîma Îranê ve bo çêkirina finteyan û darîştina pîlanên qirêj ên terorîstî, bo milîsên ser bi rêjîma Îranê li Lubnan û Sûriyê tê şandin, ew yeka li halekê de ye ku 10an milyon kes li Îranê bo peydakirina pariyek nan bo zarokên xwe, rastî gelek dijwariyên tund tên û gelek caran nikarin bo zarokên xwe nanek peyda bikin.