Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çewtekariyên rêjîma Îranê bo tolhildana terorîstên xwe li Sûriyê berdewam in

12:26 - 11 Nîsan 2024

Rêjîma Îranê heta niha nekariye bersiva kuştina berpirsên payebilind ên spaha quds li Sûriyê de bide û bi vê sedemê li jêr givaşeke zêde de ye û rewatiya rêjîmê li nav rêjîmê û kesên ser bi rêjîmê jî, çoye jêr pirsyarê.

Li halekê de ku berpirsên rêjîmê bo çewtekarî û perdepoşkirina neşiyan û nebûna hêz bo bersivdan bi kuştin aberpirsên payebilind ên spaha terorîst li Sûriyê li ser ragihandnên navxweyî siloganan didin, rewatiya desthilatdariya rêjîmê li nav berpirsên rêjîmê û herwisa kesên ser bi rêjîmê jî çoye jêr pirsyarê.

Îsraîlê li hember çewtwkariyên rêjîma Îranê bo bersivdan bi kuştina wan terorîstên rêjîmê bi tekezî û rohnî ragihandiye ku li egera her êrîşek ji Îranê, dê bersiva rêjîma Îranê li navxweyê Îranê de bidin.

Elî Xamineyî yê rêberê rêjîma Îranê li roja eyda Fitrê de li axaftinên xwe yên çewt de îdia kir ku divê îsraîl bê cezadan lê navbirî ti zanyariyek li derheq şêwaza vê cezakirinê ku îdia dike neda.

Pêka hinek çavkaniyan, rêjîma Îranê renge bi rêya Hizbullaha Lubnanê hinek êrîşên perakende li ser Îsraîlê bike lê heta niha Hizbullaha Lubnanê ji tirsê êrîşa berfireh a Îsraîlê bo ser Hizbullahê, bi tenê kariye çend roj carekê hinek rakêtên bê arman bo ser sînorên Îsraîlê bavêje.