Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

AKP ê, li hilbijartina bajarvaniyan de rastî şikestê hat

11:21 - 2 Nîsan 2024

Li hilbijartina bajarvaniyan de li Tirkiyê, partiya CHP, li hember AKP ê, dengên herî zêde anîn ku heyamê 50 sal bû ku vê partiyê destkevtineke wiha bi dest xwe ve neanîbû.

Partiya AKP ê bi serokatiya “Receb Teyîb Erdoxan” li dawî hilbijartina bajarvaniyan de li hember rikeberê xwe anku partiya CHP şikestek mezin xwar û CHP li 5 bajarên herî mezîn ên Tirkiyê de wek bajarê Istembolê de serkevtin bi dest xwe ve anîn.

Herwisa Partiya Dem Partiyê jî li 10 parêzgehan de bajaravanî bi dest xwe ve anîne.

Li vê derheqê de Serkomarê Tirkiyê tevî îtirafkirin bi şikesta xwe li hember partiyên din de gotiye ku ew hilbijartine bo me xaleke guherînê bû !.

Li halekê de ku partiya nijadperesta Tirk anku MHP li çendîn cihan de bajarvanî ji dest dane, CHP li bajarên Bakûrê Kurdistanê de gelek deng hebûne.