Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka şiyana leşkeriya xwe li Rojhilata Navîn de zêdetir dike

12:04 - 13 Nîsan 2024

Piştî zêdebûna aloziyan li Rojhilata Navîn û gefên li deverê, Amerîka şiyana xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn de zêdetir kiriye.

Pêka rapora “Fox News, Artêşa Amerîkayê 12 balafirên şerker ên cura F15, ji binkeya esmaniya xwe li Birîtaniya bo Rojhilata Navîn veguhastine û pêka vê raporê, Amerîka bi armnca rêgirî ji aloziyên zêdetir û herwisa parastina ewlehiya deverê û parastina hêzên xwe li vê deverê, ew balafirên stratejîk veguhastine.

Piştî êrîşa mûşekiya Hizbullaha Lubnanê bo ser Îsraîlê ku nekarî ti derbeke wiha li Îsraîlê bide, rewşa deverê aloztir kiriye.

Deshilatdarên Amerîka haydarî dane rêjîma Îranê ku li egera êrîş bo ser Îsraîl, Amerîka dê bi hemî şiyana xwe cehda parastina Îsraîl bide û dê karekî wiha bike ku rêjîma Îranê poşman bike.

Rêjîma Îranê daye xuya ku şiyana êrîşa rastersat bo ser Îsraîlê nîne û bi tenê bi handan û rijdkirina Hizbullahê dixwaze derbê li Îsraîlê bide heta niha bili şikestê ti encamek nebûye û hemû mûşekên Hizbullahê li esman de hatine teqandin.