Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kolberek bi sedema teqeya hêzên hov ên rêpjîmê ji bilindahiyê berbû û canê xwe ji dest da

18:07 - 14 Nîsan 2024

Li derdora gundê Bêtoşê ser bi bajarê Serdeştê de kolberek bi sedema teqeya hêzên dije mirov ên rêjîma Îranê ji bilindahiyê berbû û canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ajansa “Kurpa”yê, demjimêrên şevê Şemî 25ê Xakelêweyê, kolberekî temen 20 salî yê bi navê “Mêhran Ebdulazade”yê kurê “Osman”ê xelkê gundê “Marxan”ê ser bi bajarê Serdeştê, li encama teqeya hêzên leşkerî yên hikûmî de li bilindahiyên sînorî yên gundê “Bêtoş”ê ser bi bajarê Serdeştê de berbû û canê xwe ji dest da.

Pêka rapora Kurdpayê, wan hêzên sînorî yên rêjîma Îranê, bê agehdarkirina berê li demjimêr 9ê şevê, teqe li girûpeke kolberan kirine.

Pêka gotin Kurdpayê, ew kolberê li encama pêketina gulleyên hêzên sînorî ji bilindahiyê berbûye û demûdest canê xwe ji dest daye.

Pêka amarên Kurdpayê, li heyama 13 salên derbasbûyî de anku 1390-1402, bi gelemper 2 hezar û 463 kolber li Rojhilatê Kurdistanê de hatine kuştin an birîêndarkirin û zêdetir ji %74 a wan haletan li encama teqeya hêzên rêjîêma Îranê de bûye û 64 kes ji wan kolberan, temenê wan jêr 18 salî bûye.