Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kuştin û birîndarkirina 91 kolberan di heyama heyvekê de

11:23 - 2 Nîsan 2024

Li gorî amara Rêkxirava Mafê Mirove Hengawê, di heyama meha Adara 2024an de, aliyê kêm 91 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku %66 bi sedema teqeya rastewxwe a hêzên çekdarên rejîma Îranê bûne qurbanî, ev amara gorekî heyva fêvriyê  24 halet wate %36 zêde bûye.

Li gorî vê raportê, 13 kolber û kasibkar hatine kuştin û 78 kolber jî birîndar bûne, di vî heyamî de aliyê kêm nûciwanekî kolber û xelkê Dîwandere yê bi navê Hestiyar Ebdulkerîmî bi sedema sir û seqamê canê xwe ji dest da, û 5 nûciwanên din yên kolber bi teqeya rastewxwe a hêzên çekdare rejîma Îranê li ser sînorê Bane, Newsûd, Seqiz û Merîvanê hatine birîndarkirin.

Zêdetirîn haletên kuştin û birîndarkirina Kolberan 44 halet bûye ku li sînorê parêzgeha Sine hatiye tomarkirin.