Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn welatan balyozên rêjîma Îranê li welatê xwe de banghêj kirin

23:57 - 15 Nîsan 2024

Çendîn welatên cîhanê li derheq êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê, balyozê rêjîmê li welatên xwe de bo wezareta derve banghêj kirin û nerizayetiya xwe li derheq vê êrîşê bi fermî ragihandin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Alman li bajarê Berlînê,  roja Duşem 27ê Xakelêweyê ragihand ku sibêdeha vê rojê, balyozê rêjîma Îranê li Alman de bo wezareta Derve ya Alman banghêj kiriye û bi fermî nerizayetiya dewleta Alman li derheq êrîşa rêjîma Îranê bo ser Îsraîlê ragihandiye.

Herwisa hatiye baskirin ku ew banghêjkirin bi sedema banghjêkirina balyozê Alman li Îranê bo wezareta Derve ya rêjîma Îranê jî bûye.

Herwisa rojekê pêştir jî li roja Yekeşemiyê de Wezareta Derve ya Birîtaniyayê, Birêkarê rêjîma Îranê  li Birîtaniyayê bo vê wezaterê banghêj kir û nerizayetiya Birîtaniya li derheq êrîşa rêjîmê bo ser Îsraîlê û herwisa destdirêjiya rêjîma Îslamiya Îranê bo ser esmanê Îraq û Ordonê, bi wî nûnerê rêjîmê, ragihand.

Wezareta Derve ya Ordonê ji balyozê rêjîma Îranê bi sedema gotinên kirêt û tohînkirinên rêjîma Îranê û jêrpirsyarbirîna biryarên dewleta Ordonê, bo wezareta Derve ya Ordonê banghêj kiribû û nerizayetiya xwe li vê derheqê de ragihandbû.

Pêka raporên belavbûyî, Dewleta Firancê jî dixwaze balyozê rêjîmê banghêj bike.

Roja Yekşemiyê, wezareta Derve ya rêjîma Îranê bi banghêjkirina balyozên “Alman, Birîtaniya û Firansê” biryarên welatên wan li derheq êrîşa rêjîmê bo ser Îsraîl bi neberpirsane binav kir.