Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê, xelkê Îranê talan dike

12:34 - 16 Nîsan 2024

Rêjîma îslamiya Îranê pêka amarên ku bi xwe belav kirine zêdetir ji 28 hezar milyard Tumen bac ji xelkê Îranê bi awayên cuda standiye lê baca ku ji xelkê Îranê standiye gelek ji vê rêjeyê zêdetir e.

Pêka amarên rêjîmê ku rojnameya Tesnîm a ser bi spaha pasdaran a terorîst belav kiriye, serhev zêdetir ji 28 hezar milyard Tumen bi rêya wergirtina bacê

ji maşînên luks, mîrat, bînayan, avahiyên vala, bacên zêde, dukan û bûrsê, û çend mijarên din ji xelkê Îranê standine û ew yeka li halekê de ye ku xuya nîne ew bac dê bo çi alî an cihek bê xerckirin.

Pêka wan amarên rêjîmê, 5 milyard Tumen ji malên vala hatiye wergirtin ku li rastiyê de ew baca vergirtî ji xelkê, çend qat zêdetir ji vê rêjeyê ye.

Herwisa pêka wan amaran, hezar û 700 milyard Tumen ji maşînên lûks hatiye wergirtin û bi tenê ji avahiyan jî 100 milyard Tumen hatiye wergirtin.

Amara rastî gelek ji vê rêjeyê zêdetir e û bi qasekê ye ku nerizayetiya xelkê bi taybet kesên ku çend avahî hene an maşênên luks kirine an mîratek bo wan maye, ji qasa bacê nerazîne.