Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê li heyama 11 rojan de 7 kolber li sînorên Kurdistanê de kuştine

11:39 - 3 Nîsan 2024

Rêjîma Îranê li heyama 2 heftiyên destpêkî yên sala 1403 a Rojî de 7 kolber li sînorên bajarên Rojhilatê Kurdistanê de kuştine û zêdetir ji 36 kolber jî birîndar kirine ku %67 bi teqeya resterast a hêzên hov ên sînorî yên rêjîma Îranê bûye.

Pêka rapora ajansa “Kurdpa”yê, li heyama 11 rojên destpêkiya sala nû ya 1403 a Rojî de 7 kolber li sînorên “Newsûd, Bane, Seqiz, Pîranşar, Serdeşt û Merîwan”ê de ji aliyê hêzên sînorî yên rêjîma Îranê ve hatine kuştin û 36 kolberên din jî hatine birîndarkirin.

Pêka rapora Kurdpayê, 27 haletên teqeya rasterast, 9 haletên berbûn ji bilindahî, 2 halet teqîna mîn, 2 haletên sirêbirin, haletek sekinîna dil, haletek bi sedema lipeyketina hêzên leşkerî û haletek şikestina pê li jêr zehmetî û givaşa kolberiyê, li wan 11 rojan de hatine tomarkirin.